• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarên terorîstiyên Bexda şermezar kir

Gulan Media January 6, 2017 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarên terorîstiyên Bexda şermezar kir
Roja pênçşem 05.01.2017 li encama zincîrek teqîn û kirdarên terorîstî li her dû taxên Ubêd û Bab Mu'ezzemî ya bajarê Bexda hejmarek hemwelatiyên sivîl şehîd û dehan kesên din jî birîndar bûn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku bi tundî wan kirdarên terorîstiyan şermezar dike, serxweşiyê li kesukarên şehîdên wê rûdana xwînavî dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê zîncîre teqînê dixwazîn.

Kirdara terorîstî û reftara nemirovane û dirindane bi tu awayekî dada terorîstên dijminê xweda û mirovayetiyê nade û ji bo terorîstan tenê şikest û rûreşî dimîne.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
05.01.2017


Top