• Monday, 23 February 2026
logo

Li Izmîrê teqîn û şerû pêkdadan rûda

Gulan Media January 6, 2017 Nûçe
Li Izmîrê teqîn û şerû pêkdadan rûda
Li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê di encama teqînekê da polisek û welatîyek hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî hatîye encamdan, û piştî teqînê di navbera çend çekdaran û hêzên polîs de şer derket.

Îro pênşemî 5ê Çileya 2017ê li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê teqînek rû da.

Li gorî agahiyên destpêkê teqîn li Taxa Bayrakli û li nêzîkî avahiya Dadê yê Izmîrê pêk hatiye û têde 2 kes hatine kuştin û 7 kes birîndar bûne.

Herwiha teqînê binkehê polîs a li nêzîkî dadgehê kiriye armanc.

Piştî teqînê şer û pêkdadan di navbera polîs û 3 çekdaran da derketîye û di encamda 2 çekdar hatine kuştin û yekjî revîyaye, polîsan dest bi lêgerîna kesê sîyem kiriye.

War.tv
Top