• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek tund da: Em sînorê Kurdistanê diyar dikin!

Gulan Media January 5, 2017 Nûçe
Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek tund da: Em sînorê Kurdistanê diyar dikin!
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bersiva Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî da, ku gotibû divê Pêşmerge vegere sînorên xwe yên berî sala 2003ê û ragihand: “Yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikî. Ji bo Malikî wiha baştir e ku dest ji wan siyasetan berde.”

Îro çarşemiyê 4ê Çileya 2017ê, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiv da daxuyaniyên Cîgirê Serokoamrê Iraqê Nûrî Malikî, ku gotibû, pêwîst e Hêzên Pêşmerge bo sînorên berî sala 2003ê paşve vegerin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ku li ser navê berdevek bi navê wê wezaretê ve hatiye belavkirin, bersivek tund da Nûrî Malikî û ragihand: “Ewê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikî.”

Wezareta Pêşmerge herwiha got: “Ji bo Malikî wiha baştir e ku dest ji wan siyasetan berde.”

Wezareta Pêşmerge herwiha tekez kir: “Em tînin bîra Malikî, ewa ku wî nav lê kiriye sînorê pêş 2003ê, sînor nebû, belku xeta temas a Pêşmerge li gel Artêşa rejîma Beis bû.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Piştî êrişên DAIŞê û dagîrkirina beşek ji axa Kurdistanê, Pêşmerge bi xwîna xwe ew dever azad kirine û sînorê Kurdistanê xêz kiriye. Li gorî rêkevtina hevbeş a me û Iraqê û Amerîkayê, tevahiya wan deverên ku berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatine azadkirin, cihê gengenşeyê nînin, ewên ku di çarçoveya operasyonê de jî hatine rizgarkirin, rûniştvanên wan deverên bi referandumê çarenivîsa xwe diyar dikin.

Ji ber wê jî em dubare dikin, yê ku sînorê Kurdistanê diyar dike, Pêşmerge ye ne Malikî. Ji bo Malikî jî wiha baş e, dest ji wan siyasetan berde.”

Rudaw
Top