• Monday, 23 February 2026
logo

Erebên Mûsilê bersiva Malikî dan: Ma tu dîn bûyî êrişî Pêşmerge dikî!

Gulan Media January 5, 2017 Nûçe
Erebên Mûsilê bersiva Malikî dan: Ma tu dîn bûyî êrişî Pêşmerge dikî!
Hoz û eşîrên ereb ên Mûsilê li dijî gefên serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li hember Pêşmerge û Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin, Malikî dîn bûye!

Piştî ku Nûrî Malikî duh li paytexta Îran-Tehranê, gef li Pêşmerge û Herêma Kurdistanê xwar, erebên Mûsilê bi rêya berdevkê xwe şêx Muzahim El Huwêt, daxuyaniyek li dijî Malikî belav kirin û bi tundî bersiva wî dan.

Erebên Mûsilê di daxuyaniyê de gotine ku “em qebûl nakin Malikî êrişî Pêşmerge û Kurdistanê bike çimkî Malikî havîna 2014 Mûsil bi hemû xelkê wê ve teslîmî DAIŞê kir. Em êdî dixwazin qedera me bi qedera Kurdistanê re be. Ji ber wan em parastin û deriyên xwe bo me vekirin û em hewandin”.

Erebên Mûsilê her wiha gotine ku Malikî ji ber ku pêgeha xwe di nav xelkê de ji dest daye, dîn bûye û êrişî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dike.

Di dawiyê de erebên Mûsilê bang li hikûmeta Iraqê kirine li hember Malikî bêdeng nemîne û wî radestî dadgehê bike her wek Sedam Husên radestî dadgehê hat kirin.

Basnews
Top