Endameka parlamentoya Iraqê: Tirsa wê heye Malikî kûdeta bike!
Parlamentera kurd û endama parlamentoya Iraqê, Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re got, Nûrî Malikî pir micid dixebite ji bona ku dîsa bibe serowezîrê Iraqê. Lê divê em rê nedin vê yekê çimkî her kes dizane Malikî derheqê kurdan û Herêma Kurdistanê de çi difikire.
Neda Mêrgesorî her wiha got, Malikî niha li Tehranê dest bi kembînekê kiriye li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê. Nayê zanîn ka Malikî dixwaze çi bike lê tirsa wê heye Malikî bi alîkariya komek çekdarên bê nasname, kûdetayek nerm bike.
Wê parlamentera kurd hişyarî da û got, eger Malikî vegere ser kursiya desthilatê wê çaxê paşeroja Iraqê dê tarî bibe.
Basnews
