• Sunday, 22 February 2026
logo

Endameka parlamentoya Iraqê: Tirsa wê heye Malikî kûdeta bike!

Gulan Media January 5, 2017 Nûçe
Endameka parlamentoya Iraqê: Tirsa wê heye Malikî kûdeta bike!
Endamekî parlamentoya Iraqê dibêje, serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî dixwaze vegere ser kursiya desthilatê ji ber wê jî tirsa kûdetayê li Iraqê heye.

Parlamentera kurd û endama parlamentoya Iraqê, Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re got, Nûrî Malikî pir micid dixebite ji bona ku dîsa bibe serowezîrê Iraqê. Lê divê em rê nedin vê yekê çimkî her kes dizane Malikî derheqê kurdan û Herêma Kurdistanê de çi difikire.

Neda Mêrgesorî her wiha got, Malikî niha li Tehranê dest bi kembînekê kiriye li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê. Nayê zanîn ka Malikî dixwaze çi bike lê tirsa wê heye Malikî bi alîkariya komek çekdarên bê nasname, kûdetayek nerm bike.

Wê parlamentera kurd hişyarî da û got, eger Malikî vegere ser kursiya desthilatê wê çaxê paşeroja Iraqê dê tarî bibe.

Basnews
Top