YPG: Di navbera şervanan û leşkerên Tirkiyê de şer derket!
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro çarşemî 4ê Çileya 2017ê daxuyaniyek belav kir û tê de, derbarê êrişa duh şev a helokopterên şer li dijî navendên xwe zanyarî da.
YPGê ragihand ku 3 helîkopterên ku ihtîmal heye yên Artêşa Tirkiyê bin, duh derbasî sînorê esmanî yê Rojavayê Kurdistanê bûn.
YPG herwiha dibêje, ku helîkopterekê li nêzîkî gundê El Tahone ku nêzîkî Girkê Legê ye, dest bi bombebaranê kir û piştre her sê helîkopter di ser esmanê Til Koçer re çûn û ji esmanê Rojavayê Kurdistanê derketin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, YPGê diyar kir, ku roja 3 vê mehê serbazên Artêşa Tirkiyê hewl dan di gundê Zorava ya li Tirbespiyê re derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bibin, berê jî wan 2 caran hewl dabûn bikevin Rojava.
Li gor daxuyaniyê, şer di navbera şervanên YPGê û serbazên Artêşa Tirkiyê de derketiye û di encamê de serbazekî Tirkiyê hatiye kuştin.
YPGê di daxuyaniya xwe de wiha behsa bûyera şeva bihorî kir:
“Êrîşên dewleta Tirk li dijî axa Rojava dewam dike. Leşkerên artêşa Tirk di 3yê çilê de ji herêma Zerbê ya nêzî gundê Zorava ya girêdayî Tirbespiyê hewl dan sînor derbas bikin û xaka Rojava dagîr bikin. Arteşa Tirk beriya niha jî ji heman herêmê 2 caran xwestin ku sînor derbas bikin.
Piştî hewldana duh hêzên me bersiv dan leşkerên tirk û li qadê şerekî demkî derket. Di encama vê şerî de qasî hat zelalkirin, leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin.
Di roja 3yê çile de di saetên şevê de 3 helîkopterên ku tê payin ên Arteşa Tirk in derbasî xaka Rojava bûn. Yek ji wan helîkopteran, bejahiya gundê Tahûnê ya girêdayî Til Elo ya Girkê Legê bê serûber gulebaran kir. Piştî êrişê her 3 helîkopteran jî ji milê Til Koçer ve firîn û ji Rojava derketin”.
Rudaw
