Dahata petrola Kurdistanê îsal zêde dibe
Piştî ku hikûmeta Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê qut kir, hikûmeta Kurdistanê neçar ma mûçeyê karmendan kêm bike. Rayedarên hikûmetê dibêjin, ew pereyê ku her meh tê kêmkirin, dema kirîza aborî nema, dê dîsa were dayîn.
Sserokê Navenda Zanyarî û Vekolînên Stratejîk ya Hikûmeta Kurdistanê, Aras Xoşnav ji BasNewsê re got, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî roja 2 vê mehê gotibû eger dahata petrolê zêde bibe dê sîstema dayîna mûçe jî were guhertin.
Aras Xoşnav her wiha got, bi qasî ku ez dizanim dahata petrolê dê îsal zêde bibe lewma sîstema mûçe jî dê were guhertin û ev guhertin jî dê di berjewendiya karmendan de be.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî çend roj berê gotibû, Herêma Kurdistanê, ji wê pişka petrolê ku jê re hatibû diyarkirin, zêdetir petrolê difroşe.
Basnews
