• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê encumena Şingalê: Heta niha 12 kes di bin desthilata PKKê de hatine kuştin

Gulan Media January 4, 2017 Nûçe
Serokê encumena Şingalê: Heta niha 12 kes di bin desthilata PKKê de hatine kuştin
Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, li Şingalê heta niha 12 kes li cihên ku PKK lê bicîh bûne, hatine kuştin.

Serokê encumena Şingalê Weys Nayîf ji BasNewsê re got, rewşa Şingalê ji ber hebûna hêzên PKKê pir aloz bûye.

Weys Nayîf her wiha got, çend roj berê komek çekdarên girêdayî PKKê êrişî asayişa Şingalê kirin. Heta niha 12 kes li devera Şingalê û di bin desthilata PKKê de hatine kuştin.

Serokê encumena Şingalê anî ziman ku Bexda piştgiriyê dide PKKê û got, mixabin Bexda di vî warî de pişta PKKê digire ji ber wê PKKê li wir dimîne û jê dernakeve. Em nizanin hikûmeta Iraqê çima alîkariya wan dike.

Heta niha gelek caran rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz ji PKKê kirine Şingalê vala bikin lê PKK guh nade ti kesî û tenê bi ya xwe dike.

Çend roj berê endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan gotibû, emê hêzên xwe ji Şingalê vekişînin lê qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl duh ji BasNewsê re got, heta niha PKKê gavek jî di wî warî de neavêtiye.

basnews
Top