• Monday, 23 February 2026
logo

Helîkoptereke leşkerî ya Iraqê ketxwar

Gulan Media January 4, 2017 Nûçe
Helîkoptereke leşkerî ya Iraqê ketxwar
Helîkoptereke leşkerî ya Iraqê li bakûrê bajarê Bexdaya paytexta Iraqê ketxwar.

Şaneya ragehandina şer a Iraqê ragehandiye, ku helîkopterek îro 04.01.2017ê li başûrê bajarokê Bêcî yê ku dikeve bakûrê bajarê Bexdayê ketxwar.

Helîkoptera ser bi hêzên esmanî yên Iraqê, hat zanîn ji ber xeletiyeke teknîkî ketiye xwar.

Heta naha hikûmeta Iraqê derbarê ziyanên giyanî ya ketina xwarê ya wê helîkopterê de tu daxuyaniyek nedaye.

Basnews
Top