• Monday, 23 February 2026
logo

Ebadî: Em rê nadin PKK ji Iraqê ve êrîşî Tirkiye bike

Gulan Media January 4, 2017 Nûçe
Ebadî: Em rê nadin PKK ji Iraqê ve êrîşî Tirkiye bike
Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî got; “Em rê nadin axa Iraqê ji bo êrişkirina ser cîranên me bê bikarbirin û em alîkariya ti aliyekê nakin ku ji vir êrîşî bibe ser Tirkiyê.”

Roja Duşemê (03-01-2016) Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna çapemeniyê ya heftane de bersiv da pirsên peyamnêrê Rûdawê Behmen Hesen.

Li ser pirsa “Helwesta hikûmeta Iraqê ya derbarê hebûna hêzên PKKê li Şingalê çi ye? Tirkiye dibêje eger Iraq PKKê dernexe em ê derbixin?” Serokwezîrê Iraqê wiha axivî:

“Em nahêlin axa Iraqê ji bo êrişkirina ser cîranên me were bikarbirin û em alîkariya ti aliyekê jî nadin axa me ji bo êrişkirina ser Tirkiyê bikar bîne. Ji xwe dê di demeke nêzîk de Serokwezîrê Tirkiyê ji bo pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan serdana Iraqê bike.”

Pirgirêka Petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Ebadî li ser pirsa, “Sedema serke ya nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser petrolê çi ye?” got; “Ez dibînim, ku fermanberên Herêma Kurdistanê daxwaza meaşên xwe dikin. Ev jî mafê wan e. Di vê mijarê de kî bê xem nêzîk dibe, ev yek ne giring e. Ez nabim asteng ku fermanber meaşên xwe werbigrin. Dahata sereke ya Iraqê petrol e. Rast e me niha dahatên din jî zêde kirine û xercên xwe kêm kiriye. Ji bilî petrolê, dahatên hilberînê, yên bac û gumrigan hene.

Ebadî werwiha got; “Niha ew petrola ku ji aliyê Herêma Kuridstanê vet ê hinardekirin, ji rêjeya nîştecihên herêmê zêdetir e. ev ne propaganda an jî nepixandine. Hejmarên fermî hene. Ez behsa wan rêyên din nakim, ku petrol tê hinardekirin. Ew jî heye. Lê ez li ser hejmarên fermî diaxivim, ku bi rêya Tirkiyê vet ê hinardekirin. Kurdistan rêjeyeke zêdetir a petrolê, ji wê rêjeya ku jê re hatiye diyarkirin, bi rêya Bender Ceyhanê ve dişîne derve. Ew rêjeya tê hinardekirin, ji para bûdceya Herêma Kurdistanê ya ji sedî 17 zêdetir e. Wate her çawa be di ware meaşên karmendan de divê rewşa Kurdistanê ji ya Iraqê baştir be.”

“Divê hikûmeta Kurdistanê şefaf be”

Ebadî destnîşan kir, ku bi tevê krîza aborî ew jî bi zehmetî meaşên fermanberan didin û diyar kir, “Lê dîsa jî em dikarin aboriya welat û rewşa welat birêve bibin. Ji bo vê pêwîst î bi şefafbûn û zelalbûnê heye.”

Heyder Ebadî di berdewama axaftina xwe de wiha peyivî:

“Pirsa min a yekem ev e, kanê pereyê petrolê? Pereyê petrola me di sandûqa Iraqê de ye, Banka Navednî werdigre. Wezareta Darayî, hemû sîstemên darayî yên bingehîn, li gel cîhanê û herwiha Sindûqa Pere ya Navdewletî temaeyê hesabê me dikin. Alîkariyê didin me. Em her roj raporên xwe eşkere dikin, hûn dikarin serdana malperan bikin û bibînin. Bûdece jî li ser van jimaran hatiye danîn. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin bila Herêma Kurdistanê jî şefaf û ron be da ku em fêm bikin ka pereyê petrolê diçe kê derê. Eger wiha be mafê herêmê li gel me ye emê bidin.

Rudaw
Top