Yildirim: Gefên kuştinê li Kiliçdaroglu û Bahçelî hene
Hat ragehandin, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim derbarê gefan de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu agahdar kiriye û pêşniyara zêdekirina pasewan kiriye.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî di civîna koma partiya xwe de ragihand, ew jî ji hêla Serokwezîr ve hatiye agahdarkirin ku gefên kuştinê li wî hene. Lê Bahçelî daxwazên pasewanên nû nekiriye û dibêje, ew li ser rêya xwe ya rast xebatên xwe berdewam dike.
K24
