• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterê HDPê: Hêviyên me ji Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê zêde ne

Gulan Media January 4, 2017 Nûçe
Parlamenterê HDPê: Hêviyên me ji Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê zêde ne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Nimetullah Erdogmuş got, hêviyên wan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilend e.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dê di 5 û 6ê vê mehê de seredana Bexda û Hewlerê bike.

Binalî Yildirim dê roja înê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Fuad Mahsum û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bicive.

Tê payin ku Yildirim roja Şemiyê jî li Hewlîrê bi serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzanî û Serokwezirê Herema Kurdistanê Neçirvan Barzani re bicîve.

HDP hevî dike ku Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareserkirina şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê de roleke erênî bilîze.

Parlamenterê HDPê yê Amedê ji Rûdawê re derbarê vê mijarê de got, a niha hêviyên wan ji hikûmeta Tirkiyê nîne lê ew di wê baweriyê de Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roleke erênî bilîze û wiha domand:

“Bi Hikûmeta Kurdistanê re û cenabê Serok Barzanî re hêviya me bilind e, û rêza me jî tam e. Em dizaninin armanca wan, fikrê wan, micadeleya wan, mizakereyên wan ser ew axê de yanî him li Iraqê, him li Tirkiyê him li kurdistanê û hem li Rojhilatê Navîn ser aşitiyê ye. Em wisa zanin û em wisa hêvî dikin ku Hikûmetê Kurdistanê dê li ser meseleye aşitiyê him li hundirê Tirkiyê û him derveyê Tirkiyê gelekî bibandor be.”

Rudaw
Top