• Sunday, 22 February 2026
logo

Çîroka wêneyekê: François Hollande çima li Hewlêrê pê kenî?

Gulan Media January 4, 2017 Nûçe
Çîroka wêneyekê: François Hollande çima li Hewlêrê pê kenî?
Di serdana vê carê ya Serokê Fransayê François Hollande bo Kurdistanê, Berpirsê Tîma Protokol û Teşrîfatê ya Herêma Kurdistanê Şêrzad Sultan, albumek ji wêneyên serdana vê carê pêşkêşî Hollande dike, lê belê Holland matmayî dimîne, û dipirse çawan bi vê lezûbeziyê we ew wêne amade kirin û dikeve pêkenînê.

Serokê Fransayê François Hollande, roja duşemî 2ê Çileya 2017ê bi serdaneke fermî hat Başûrê Kurdistanê û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin pêk anî.

François Hollande û Mesûd Barzanî tevî çend berpirsên pilebilind ên din ên Fransayê û Kurdistanê serdana çeperên Pêşmerge li Çiyayaê Zertekê jî kirin û ji nêzîk ve rewşa herêmê ji aliyê leşkerî ve şopandin.

Di wê serdanê de, wêneyek Hollande li hin malperan û li ser torên civakî belav bû, ku gelek balkêş e. Di wê wêneyê de, Holland û Barzanî li ser pê rawestiyane û li albumeke wêneyan dinêrin û François Hollande dikene.

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed derbarê wê wêneyê de ragihand: Dema ku serdana François Holland bo Hewlêrê dawî pê hat, Berpirsê Tîma Protokol û Teşrîfatê ya Herêma Kurdistanê, Şêrzad Sultan albumeke wêneyan pêşkêşî Hollande kir.

Hêvîdar Ehmed got: “Serokê Fransayê derbarê wêneyan de dibêje, ew wêneyên serdana min a berê ne? Wate serdana sala 2014ê. Di bersivê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Serokê Fransayê re dibêje, nexêr, ew wêne yên serdana vê carê ne.”

Peyamnêrê me diyar kir: “Wêneyên di albumê de, yên wê demê bûn, ku Hollande ji firokeyê hatiye xwarê û çûye eniyên şer, civînên li gel Barzanî û serdana wî bo cem hêzên fransî yên li Herêma Kurdistanê. Hemû ew wêne bo çapxaneyê hatibûn şandin û di albumekê de hatibûn amadekirin û pêşkêşî Hollande hate kirin.”

Peyamnêrê Rûdawê derbarê berteka Serokê Fransayê de jî ragihand: “Serokê Fransayê ji Şêrzad Sultan re gotiye, çawan bi vê lezûbeziyê tee w kar kiriye, ez bawer nakim. Ez hêj li virim û min albuma wêneyên xwe dît.”



Li gorî zanyariyên Rûdawê, Şêrzad Sultan di bersivê de, ji Hollande re dibêje: “Em dikarin hemû karî bikin, lê em tenê nikarin keşûhewayê biguherin.”

Di berdewamiya wê gotûbêjê de, Serokê Fransayê François Hollande berê xwe daye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û jê re gotie: “Ez di desthilatê de bim an na, ez dê her dostê Kurdan bim û ez ê piştevaniya Kurdan bikim.”

Hollande herwiha ji Barzanî re gotiye: “Bi qasî ku min li Kurdistanê hest bi ewlehiyê kir, renge li welatê xwe min ewqas hest pê (ewlehiyê) nebe.”

Rudaw
Top