Li Tirkiyê rewşa awarte 3 mehên din hat dirêjkirin
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh da xuyakirin, biryara dirêjkirina rewşa awarte ji hêla Encuman Wezîran ve hatiye girtin. Pêşniyara dirêjkirina rewşa awarte bo 3 mehên din li parlementoyê hate pesendkirin.
Rewşa awarte, piştî hewldana derbeya leşkerî, 20'ê Tirmeha 2016'ê de hatibû ragehandin û meha cotmehê bo maweya 3 mehan hatibû dirêjkirin. Piştre Desteya Ewlekariya Tirkiyê di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de rewşa awarte bo 3 mehên din dirêj kir.
K24
