Li Şingalê pêşmergeyek hat tîrorkirin
Seorkê encumena bajarê Şingalê, Weysî Nayîf ji BasNewsê re got, duh li ser rêya Herdan û Zorava li devera Şingalê, pêşmergeyek bi navê Şêx Micdil Hizret ji aliyê kesên nenas ve hat şehîdkirin.
Serokê encumena Şingalê her wiha got, em nizanin ewên ew pêşmerge şehîd kirine kî ne lê ev demek e li Şingalê kesên nenas hewla derxistina fitne û aloziyê didin û bûne metirsî li ser xelk û devera Şingalê.
Ev ne cara yekem e bûyerên bi vî rengî li Şingalê diqewimin. Par jî çend bûyerên tarî yên tîrorkirina karmendên hikûmetê û sivîlan qewimîbûn.
Basnews
