• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Şingalê pêşmergeyek hat tîrorkirin

Gulan Media January 3, 2017 Nûçe
Li Şingalê pêşmergeyek hat tîrorkirin
Hat zanîn ku li devera Şingalê ya Kurdistana Başûr, pêşmergeyek ji aliyê kesên nenas ve hatiye tîrorkirin.

Seorkê encumena bajarê Şingalê, Weysî Nayîf ji BasNewsê re got, duh li ser rêya Herdan û Zorava li devera Şingalê, pêşmergeyek bi navê Şêx Micdil Hizret ji aliyê kesên nenas ve hat şehîdkirin.

Serokê encumena Şingalê her wiha got, em nizanin ewên ew pêşmerge şehîd kirine kî ne lê ev demek e li Şingalê kesên nenas hewla derxistina fitne û aloziyê didin û bûne metirsî li ser xelk û devera Şingalê.

Ev ne cara yekem e bûyerên bi vî rengî li Şingalê diqewimin. Par jî çend bûyerên tarî yên tîrorkirina karmendên hikûmetê û sivîlan qewimîbûn.

Basnews
Top