• Monday, 23 February 2026
logo

Berpirsek PDKê: PKK dixwaze fêl li hikûmeta herêma Kurdistanê û welatan bike

Gulan Media January 3, 2017 Nûçe
Berpirsek PDKê: PKK dixwaze fêl li hikûmeta herêma Kurdistanê û welatan bike
Berpirseke PDKê amaje bi vê dike, ku li Şingalê, PKK fêl li hikûmeta Kurdistanê û berpirsên Amerîkayê dike, ku kesên ne xelkê Şingalê ne birine Şingalê û wek Şingaliyan diaxivin.

Berpirsê leqa Şingalê yê PDKê Wehîd Bakozî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em agahdarin ku PKKê li Şingalê dewreyek perwerdeya ziman vekiriye, bo wan kesên ku dervey Şingalê ne û anîne Şingalê, ku fêrî awayê zimanê Şingaliyan bike, ku kes ji wan re nebêje ewane li kûderê ve hatine.’’

Herwaha diyar kir: ‘’PKK dixwaze fêl bike li hikûmeta herêma Kurdistanê û Amerîka jî bawerî pê bike ku ew kesane Şingalî ne.’’ herwaha got: ‘’Her demekê ku PKK Şingalê vala bike ew êzdiyên nav PKKê jî di çarçoveya yasa de danûstandin li gel wan dê bê kirin û di çarçoveya rênûmayiyên hikûmetê de li gel wan dê bê tevgerandin, li kûderê hikûmet guncaw bibîne dê wê derê xizmet bikin.’’

Berî naha endamê konseya rêveber a KCKê Murad Karayilan ragehandibû ku wê hêzên xwe ji Şingalê vekêşin.

Berî naha jî qaymeqamê Şingalê ji BasNewsê re ragehandibû ku ti pêngaveke kiryarî bo vekişîna hêzên PKKê li Şingalê nehatiye avêtin.

Top