KURDISTAN - 600 hezar xwendekar neçûne hola ezmûnan
Li dibistanên Başûrê Kurdistanê îro (03/01/2017) ezmûnên werzê yekemîn ê xwendinê dest pê kirin.
Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di civîneke rojnamevanî de ragihand, ezmûnên li parêzgehên Hewlêr û Duhokê îro dest pê dikin û heta 12ê vê mehê dê berdewam bin.
Sadiq diyar kir, li Hewlêrê 500 hezar û li Duhokê jî 485 hezar xwendekar beşdarê ezmûnan dibin. Li Kerkûkê jî dê ezmûnên werzê yekemîn di 15ê Çileyê de dest pê bike.
Wezîrê Perwerde daxuyand, ku 100 hezar xwendekarên li dibistanên taybet ên Silêmaniyê jî îro dest bi ezmûnan dikin û got; “Ji bo 600 hezar xwendekarên din ên dibistanên giştî di dema xwe de beşdarê ezmûnan bibin, me li gel rêveberiya perwerdeyê axivî. Projeya wan jî heye ji bo ezmûn di dema xwe de bên kirin.”
Ji ber boykota mamostayan, li Silêmanî û Helebceyê hejmareke kêm ji xwendekaran diçin dibistanan.
Mamostayên ne razî ji ber paşketina meaşên xwe niha jî hewl didin çend curên çalakiyan lidar bixin. Endamê Desteya Parastina Mafê Mamostayan Dana Ebdûl ji Rûdawê re ragihand, ew dê ji bo protestokirin û guvaşxistina ser hikûmetê, li pêşiya civata wezîran û qkonsolxaneyên welatên biyanî çalakiyan bikin.
Rudaw
