• Monday, 23 February 2026
logo

Parlementerê HDPê Altan Tan: Li Başûr, hinek alî tenê ji kerbê Barzanî dijî serxwebûna Kurdistanê ne!

Gulan Media January 3, 2017 Nûçe
Parlementerê HDPê Altan Tan: Li Başûr, hinek alî tenê ji kerbê Barzanî dijî serxwebûna Kurdistanê ne!
Altan Tan Parlementerê HDPê yê Amedê derbarê şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê, nîqaşên sîstema serokatiyê, girtina parlementeran ji Heftenameya Basê re şirove kir. Tan derheqê serxwebûna Kurdistana Başûr de jî axivî û nêrîna xwe li ser vê mijarê anî ziman.

Ji havîna 2015an heta niha şerekî dijwar dîsa di navbera PKKê û dewletê de destpê kiriye. Di encama vî şerî dawî de heta niha 7 - 8 bajar wêranbûn û bi hezaran mirov hatin kuştin. Ev şer ew ê hêj çiqasî dewam bike?

Ev proseya xeternak a şer û pevçûnan ew ê zêde dewam neke, hem ji bo PKKê û hem jî ji bo dewletê ez dibêjim, ew ê nikaribin zêdetir dewam bikin. Ji roja ewil ez ji dewletê re ji hikûmetê re ji AKPê re vê yekê dibêjim; ‘pirsa kurdî li nav Tirkiyê heye. Li aliyê din jî pirseka kurdên parçeyên din jî heye û ew jî êdî bûye pirseka navdewletî.’ Pirsa kurdên Sûriyê heye mesele, kurdên Îranê hene, kurdên Sûriyê hene, kurdên Iraqê hene. Dewleta Tirkiyê nikare paradîgmaya netewedewletiyê ku di sala 1924an de daniye bi vê şêwazê bidomîne. Divê Tirkiye şêwaze nû bide bingeha esasî ya vê komarê. Şêwaza nû, formata nû ne cûdabûn, pevçûn, parçebûne û ne jî înkar, asîmilasyon fişar e jî. Çi ye ev şêwaza nû? Şîrîkatiyeke nû ye. Ew format divê, hemû mafên kurdan ê bingehîn, perwerdehiya zimanê kurdî û rêveberiyên xwecihî jî esas bigre.
Li aliyê din divê li gor vê formatê kurdên ne li Tirkiyê jî weke milletê kurd bê qebûlkirin û li Îranê jî, li Sûriyê jî li Iraqê jî mafê wan ê meşrû bê qebûlkirin û kurdên li wir weke dost bên qebûlkirin, ne weke dijminan. Em ji dewletê re vê dibêjin. Gelo dewlet vê yekê dike? Hikûmeta AKPê vê dike? Dixwaze bike. Hin gavan diavêje. Lê nikare formateke nû şêwazeke nû bide komarê û fikra netewedewletiyê ya sala 1924an hatiye danîn. Hewl dide lê nikare, dû re badanaj dike, bi şûnde gavan diavêje. Şer û pevçûnan terorê weke hincet nîşan dide. Di nezera min de mejiyê dewletê hîn biryar li ser guhertineka esasî nedaye. Ev sedema yekem e. Sedema duyem jî heye.

Hûn ji PKKê re çi dibêjin?

Îcar em ê bên ser siyaseta kurdî. Em ji PKK’ê jî re vê dibêjin; ‘şer û pevçûnên 30 salên dawiyê rast bin an xelet bin, piştî 12ê Îlonê gelo ji bilî şer rêyeka din hebû yan tunebû. Em dev ji van nîqaşan berdin. Îro li Tirkiyê ne rast e ku siyaseta kurd çekan bikar bîne û berê xwe bide tûndiyê û beşdariyê di çalakiyên terorî de bike. Ev yek ne rast e.’ Divê em biryarekê bidin. Biryara yekem, gelo wê kurd di nava Tirkiyê de bimînin yan jî wê ji Tirkiyê cuda bibin û netewedewleteka nû ava bikin. Ji bo wê divê şer bikin. Wê şer bikin yan jî karin şer bikin? Ew ê encamên vî şerî çi bin? Biryareke wisa rast e yan xelet e? Duyem, eger li nav Tirkiyê û ligel gelên Tirkiyê em bikaribin komareke nû ava bikin, - em aniha vê diparêzin, gelek sedemên vê hene. Sedemên siyasî, kulturî, çandî, aborî hene. Me gelekî behsa wan kir ez ê dirêj nekim – eger me hewl da em komareke demokratîk ava bikin û pirsa kurd jî di nava wê de çareser bikin, em ê vê yekê bi tûndiyê bikin yan jî bi riyên demokrasiyê. Di nezara min de pêwîstî bi tûndiyê tuneye. Êdî dewra tûndiyê bi dawî bûye. Di Newroza 2013yan de Abdullah Öcalan jî ew îlan kir. Öcalan got; ev ne biryareke taktîkî ye, ev biryareke stratejîk e. Siyaseta kurd êdî wê li Tirkiyê bi siyasetê bi fikr û ramanan doza mafê kurdan bike. Divê em li vê xwedî derkevin. HDPê jî parastina vê kir. Di 7ê Hezîranê bi 6 milyon dengan jî ev yek pêk dihat. Divê em biryarê bidin. Li gorî min biryar jî hatibû dayîn, lê nebû ez biguherînîm biryareke din bistînim û hincetan aşkere bikim jî ne rast e. Ez ji dewletê û ji AKPê re vê dibêjim; ‘ PKK ji Qendîlê dernekeve jî,û çekan daneyne jî û ev çalakî hemû berdewam jî bikin hûnê mafê kurdan ê esasî û bingehîn qebûl nekin? Navê gundê min hatiye guhertin. PKK ji çiyan dakeve jî û danekeve jî weke dewlet divê hûn navê gundên min îade bikin. Nabe hûn vê meseleyê bi PKKê re bibînin. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê, hûn nikarin vê mesele jî bikin meseleya PKKê. PKK ji çiyan dakeve jî, rêxistineke din jî derkeve çiyan divê mafên bingehîn neyên paşguhkirin û bêne teslîmkirin.’
Em ji PKKê jî re hertim vê dibêjin; ‘ AKP û dewlet ji bo proseya demokrasiyê ti gavan neavêjin, bixapînin û proseyê bidin rawestandin jî cewaba vê yekê ne çek e. Êdî ne dora çekan e.’

Yanî HDPê bi ya Öcalan kir û PKKê bi ya wî ne kir?

Dewlet dibêje; ‘PKK pabendî rêkeftinê nebû.’ PKK jî dibêje; ‘ dewletê piştî Protokola Dolmabahçeyê maseya danûstendinan wergerand û li ser soza xwe nesekînî.’ Di nezera min de herdu aliyan jî xeletî kir. Dewletê proseya demokrasiyê rawestand ew xelet bû. PKKê jî dîsa rahişt çekan. Ji ber wê xeletî kir. Ez vê dibêjim. Ez eşkere dibêjim.

Piştî vê saetê wê çi bibe?

Divê dewlet vegere ser proseya demokrasiyê hemû mafên bingehîn ê kurdan nas bike. Herwiha siyaseta kurd jî vegere ser xeta siyaseta demokratîk. Ez vê dibêjim. Ev ne şert in beramber hevdu. Yanî dewlet dest bi proseya demokrasiyê bike em ê çekan deynin nabe. Yan jî PKK çekan dayne em ê jî dest bi proseya demokrasiyê bikin. Bêyî şertan divê herdu alî jî helwestên xwe biguherînin.

Em bên ser mesela serokatiyê. Sîstema serokatiyê hat parlementoyê. HDPê helwesta xwe jî ji mêj ve ragihandiye. Çi problema kurdan û sîstema serokatiyê heye? Yan jî arîşeya kurdan bi rejima Tirkiyê re heye?

Weke Altan Tan tu arîşeyên min bi sîstema serokatiyê re tunene. Bi sîstema parlementeriyê jî re tu arîşeyên min tunene. Sîstemeka baş a serokatiyê, sîstemeka baş a parlementeriyê, sîstemeka baş a parvekirina erkên serokatiyê jî baş dibe. Ligor min ev hersê jî dibin. Arîşeyên min weke şexs bi sîstema serokatiyê re tunene. Çima me li ser meseleya serokatiyê ewqasî şer kir? CHPê, grûpên marjînal ê çepa Tirkiyê û kesên li dijî Erdoğan û dijî îslamiyan, hin grûbên Ergenekonê û gelek kemalîst jî di nav de, digotin; kurdan û Erdoğan li ser sîstema serokatiyê lihevkirine. Wê kurd bigihên mafê xwe. Mafê xwe bi dest bînin û wê demokrasiyê Tirkiyê bifroşîn. Herwiha xwestin kurdan ji ser dijayetiya Erdoğan bikarbînin. Em dane pêş. Lê meseleya me ya sereke demokratîkkirina Tirkiyê û di vê çarçoveyê jî de çareserkirina pirsa kurdî bû.
Modela serokatiya Amerîkayê jî dibe. Di nezera min de ew gelekî baş e. Eger wê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn, wê walî ji aliyê xelkê vê bêne hilbijartin, wê walî û xelk biryarê li ser mudîrê wîlayetê bide, eger wê li dadgehan jûrî hebin weke modela Amerîkayê bila sîstema serokatiyê were.

Çima digotin wê kurd me û demokrasiyê Tirkiyê bifroşin?

Îro pirraniya kesên ku digotin wê kurd me bifroşin niha piştevaniya desthilatdariyê dikin. Serkêşiya wan jî CHP dike. Kengî ku destê cenabê Erdaoğan teng dibe CHP bi gaziya wî de diçe. Di serî de beşdarî di rakirina parêzbendiyan de helwesta xwe eşkere kirin. MHPê jî digot; ‘em ê destûrê nedin! Em ê rê li ber vê meseleyê bigrin!’

Yanî tu dibêjî dirûşmeya “em ê tê nekin serok” xelet bû?

Rastiya vê dirûşmeyê divê “em ê te nakin sultan û dîktator” bûya. Serokatî dibe, serokê Amerîkayê jî heye. Lê aniha ya tê xwestin ne serokatî yê sultanî ye. Divê me ji xelkê re ev bigota. Sîstemeke serokatiyê tê danîn, hilbijartin tê çêkirin. Recep Tayyip Erdoğan dibe serok, kesekî din dibe serok bila xelk diyar bike. Divê sîstem bê nîqaşkirin. Ez dîsa dibêjim. Divê slogana me ne; “em ê te nekin serok bûya” slogana me; “ em ê te nekin sûltan û dîktator bûya.”

mimkun nebû hûn lihev bikin?


Mimkun bû, mimkun bû. Em weke kurd bûn amrazê şerê kesên din. Em aniha ji aliyê HDPê, ji aliyê PKKê û ji aliyê kurdan li bûyerê temaşe bikin. Em ji van sê xalan lê binerin yan jî em van sê xalan bikin yek û em li bûyerê temaşe bikin. Weke kurdekî problema min bi sîstemeke demokratîk a serokatiyê re tuneye. Em ji aliyê PKKê li bûyerê temaşe bikin. Di hevdîtinên İmraliyê de Abdullah Öcalan negotiye; em dijî sîstema serokatiyê ne û em vê gotûbêj nakin. Ez bi xwe jî çûm İmraliyê. Min jî devê Öcalan jî bihîst. Öcalan got; ‘em dikarin sîstema serokatiyê jî gotûbêj bikin.’
Em ji aliyê PKKê ve lê binerin. Murat Karayılan derbarê vê meseleyê de got; ‘sîstemeke weke ya Amerîkayê dibe.’ Em ji aliyê HDPê ve lê binerin. Di serdema Lîjneya Destûra Bingehîn de ez endamê lîjneyê bûm. Min 2 salan endamtiya lîjneyê kir, li ser wan hevdîtinan 11 hezar rûpelan zapitên bi deng û bi nivîskî hene. Me tu carî negotiye; “em ê sîstema serokatiyê gotûbêj nekin.” Em dikarin sîstema serokatiyê, sîstema parlementeriyê jî gotûbêj bikin. Sîstemeka baş a parlementeriyê jî dibe û sîstemeka baş a serokatiyê jî dibe.
Lêbelê CHPê rê neda di vê lîjneyê sîstema serokatiyê bê gotûbêjkirin. Pêşniyazek tê hûn derbarê vê de gotûbêjan dikin û derbarê wê de nîqaşan dikin. CHPê di lîjneyê de rijd bû ku sîstema serokatiyê neyê gotûbêjkirin. Rastî ev in.

HDP çima dijî sîstema serokatiyê bû û di bangeşeya hilbijartinê de ew derxist pêş?

Weke min got di lîjneyê de me li ser sîstemê gotûbêj nekirin û HDPê jî negotiye ez dijî sîstema serokatiyê me. Di lîjneyê de hevokeke wisa tuneye. Weke min got; wê sîstema serokatiyê çawa be? Wê xelk waliyan hilbijêre? Wê rêveberiyên herêmî hebin? Wê erkên serok çi bin? Ev nehatin gotûbêjkirin. Mînak, li Amerîkayê dema serok balyozekî ji bo welatekî tayîn dike divê parlemento û kongres jî biryarê li ser bidin. Balyozê Amerîka yê Tirkiyê salekê kar ne kir. Kongreyê tayînkirina wî pesend ne kir. Serok nikare generalan tayîn bike. Ev proseyeke tayîn dike piştre ew ji aliyê kongresê tê pesendkirin. Hemû wezîr yek bi yek ji aliyê parlementoyê tên qebûlkirin. Yanî hikûmetê datînîn wezîrên xwe diyar dikin lê kongres wan biryaran pesend neke. Ew kes nabin wezîr.
Sîstema aniha çi ye? Sîstema aniha sîstema sûltaniyê ye. Ew erkên niha hatine diyarkirin berê bi Sûltan Vahdetin û Sûltan Mehmet Reşad re nebûn. Belkî ev erkên aniha dema Osmanî de bi Mûrad IV û Sûltan Silêmanî re hebûn. Me sîstem gotûbêj nekir. Ez vê yekê dibêjim. Bila sîstem bê gotûbêjkirin, sîstemeke baş a serokatiyê jî dibe û sîstemeke baş û demokratîk a parlementeriyê jî dibe. Divê qanûna partiyên siyasî bê guhertin, divê qanûna hilbijartinan û benda ji sedî 10 ji holê bê rakirin. Hewceye sîstema tercîhan jî were.
Ez ê bêm ser pirsa te. Divê ez dîmenê heyî bêjim. Hin kesan xwestin bi destê kurdan şerê xwe bi Erdoğan re bikin û ji kurdan re ev digotin; Tayyip Erdoğan wê têk biçe. Tu carî bi wî re hevkariyê nekin.” Ê tiştê wan digotin derneketin. Dewlet ne ji kesan ji saziyan pêk te û bi wan saziyan re axaftin tê kirin. Sîstem tê gotûbêjkirin. Tayyip Erdoğan jî eger wê sîstemê qebûl bike wê gotûbêj bê kirin. Eger ew jî qebûl nake wê demê mirov ji maseyê radibe.

Proseya şer herî dawî derbe li parlementer û şaredaran xist. Bi dehan parlementer û şaredar hatin girtin. Siyasetmedar tên girtin. Encamên vê yekê wê çi bin?

Girtina şaredar û parlementeran nayê qebûlkirin. Parêzbendiya parlementeran ligor rewşa heyî nayê rakirin. Parêzbendiyên parlementeran di kîjan haletan de bi dawî dibin bi qanûnan hatine eşkerekirin. Wê bê bîra we beriya bi çend salan di parlementoyê de parlementerekî li ber qamerayan parlementerek kuşt. Di van haletan jî de qanûn hene û parêzbendiya parlementeran çawa betal dibin hatine diyarkirin. Hin şert û merc hene. Girtina parlementeran ne rast e. Baş e we parlementer girtin û şaredar jî zindanî kirin wê siyaset çawa normal bibe. Weke mînaka min got eger tiştekî eşkere hebe wê demê şertên betalbûna parêzbendiyê hene.
Parlementerekî me bombe avêtiye, bombe bi xwe re gerandiye? Parlementerên me ji ber fikrên xwe ji ber bîr û boçûnên xwe hatine girtin. Hema hûn li gor xwe parêzbendiyên parlementeran betal bikin kes nikare parlementeriyê bike. Mînak, derbarê hevalekî me de gotin; ‘di wesayîta wî de çek hatine dîtin û çek bi xwe re gerandine.’ Dozgerê wê dawê jî biryar li ser wê yekê da ku tiştekî wisa tuneye ew hîn jî dibêjin; ‘na wî parlementerî çek bi xwe re gerandine û ew veguhestine.’

Cenabê te siyaseta Herêma Kurdistanê jî baş nas dike. Proseya serxwebûna Kurdistanê berdewam dike. Çi li pêşiya wê proseyê ye?

Eger li Rojhilata Navîn weke di nimûneya Iraqê jî de xwiyaye rê li ber pêkvejiyana milletan nemabe ji ber nakokiyên qewmî, mezhebî pevçûn hebin maneya wê îzdîwacê tuneye. Zewac jî heq e û telaqdan jî heq e. Kurd jî dikarin çarenûsa xwe diyar bikin û serxwebûnê ragihînin. Lêbelê problema sereke di vir de ev e. Di navbera kurdan de yekîtiyek tuneye. Goran û YNK di xetekê de ne û li ser siyaseta Îranê ya Rojhilata Navîn in. PDK û Barzanî jî nêzîkî Tirkiyê û AKPê ne û ew jî li ser xeteke din siyasetê dikin. Parlemento girtî ye û serokê parlementoyê nikare bê parlementoyê. Di nava kurdan de yekîtiyek nebe wê kurd çawa serxwebûnê îlan bikin. Di nezera min de serxwebûn jî bûye malzemeyeka siyasî. Cenabê Barzanî ji bo aramkirina rewşê behsa serxwebûnê dike. Aliyên din jî ji ber dijayetiya Barzanî dijayetiya serxwebûnê jî dikin. Dema ragihandina serxwebûnê, başî û nebaşiyên serxwebûnê nayên gotûbêjkirin. Ya xelet ev e. Divê hemû alî lihev bikin. Divê Goran, YNK, PDK, Yekgirtû Komel hemû li hev bikin. Eger wan biryara xwe kir yek û gotin; ‘em serxwebûnê ragihînin’ em ê kêfxweş bibin.

Nakokiyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê çi ne?

Eger kurd neyên cem hevdû û ligel hevdu yekgirtî nebin wê dinya ji kurdan re çi bike? Em kurd divê hem li Iraqê hem li Sûriyê hem li Îranê nebin yek û em fedekariyê ji bo milletê xwe nekin wê ev rewş berdewam bike. Aniha sedema qeyrana sereke ya li Herêma Kurdistanê ji ber ranta aborî ye. Sedem ne siyasî mezhebî û îdeolojîk e. Goran jî partiyeke çep e û YNK jî partiyeke çep e. Ligel rejimeke îslamî ligel Îranê di xeteke siyasî de kar dikin. Dayik û bavê hemûyan sûnî ne lê pêwendiyên xwe bi hikûmeta şîe ya Bexdayê re xurt dikin.
Nêzîkbûna PDKê û Tirkiyê û AKPê jî ne tenê ji ber nêzîkatiyeke mezhebî û îdeolojîk e. Berjewendiyên wan ê hevbeş jî hene. Deriyê Xabûrê heye firotina neftê heye. Divê pêwendiyên aborî zelal bin. Çiqas neft tê hilberin? Ji bo ku derê tê şandin? Bi çi tê firotin? Pereyên vê neftê li ku derê ne? Ligor hatiye aşkerekirin di meha cotmehê de bi 634 milyon dolaran neft hatiye firotin. Rojane 610 hezar bermîl neft tê hilberîn. Pêdawîstiya Tirkiyê ya rojane 510 hezar bermîl e. Aniha Kurdistan ji pêdawîstiyaTirkiyê zêdetir neftê derdixe û difroşe. Ev pere bi ku ve diçe? Şerê sereke ji ber vê ye. Ev şer ne ji ber, nakokiyên mezhebî, bahdînî, soranî, îslamî, sûnî, şîe ye. Divê beriya hemû tiştî serkirdeyên kurd li hev rûnên û bi çi bawer dikin sond bixwin, li ser Quranê, li ser Avesta, li ser Mishefa Reş sond bixwin û bêjin em ê pereyê kurdan badilhewa nedin xerckirin. Çiqas neft tê firotin? Bi çi tê firotin? Li ser vê meseleyê lihev bikin wê meseleyên din d i nava sê rojan de çareser bibin.

Basnews
Top