• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî: Me ti bîr û zeviyeke petrolê nefirotiye Tirkiyê

Gulan Media January 3, 2017 Nûçe
Serokwezîr Barzanî: Me ti bîr û zeviyeke petrolê nefirotiye Tirkiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê ti bîr û zeviyeke petorlê nefirotiye Tirkiyê.

Çend roj berê malpera navdar a WîkîLeaks, îdia kiribû ku Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ji Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Berat Albayrak re pêşniyar kiriye ku çend bîr û zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bikirre.

Derheqê vê îdiayê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh ji rojnamevanan re got, tiştekî wisa nebûye û ti bîr û zeviyeke petrola Kurdistanê nehatiye firotin.

Serokwezîr Barzanî her wiha got, helbet me di civînên xwe de behsa tiştekî wisa kiriye lê di piratîkê de tiştekî wisa nîne. Ez vê jî bêjim Wezareta Samanên Sirûştî ji hemiyan zêdetir mafên xelkê Kurdistanê diparêze.

Basnews
Top