• Monday, 23 February 2026
logo

Aldar Xelîl: Rejîma Sûriyê nikare ji YPGê re bêje ji Helebê derkeve!

Gulan Media January 3, 2017 Nûçe
Aldar Xelîl: Rejîma Sûriyê nikare ji YPGê re bêje ji Helebê derkeve!
Endamê rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl û hevseroka meclisa Efrînê Hêvî Mustefa, derheqê îdiayên ku dibêjin rêjîma Sûriyê ji YPGê re gotiye ji Helebê derkeve her wiha li ser derxistina peyva “Rojava” ji nav sîstema rêveberiya Kurdistana Rojava û hinek mijarên din ji BasNewsê re axivîn.

Demeka dirêj bû jibo ragihandina federalîzmê li Rojavayê Kurdistanê amedekarî dihatin kirin. Ji despêka demsala biharê ve ew xebat didomin. Bi mebesta danîna sîstema federalîyê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê hatibû damezrandin û derbarê federalîzmê de hin biryar hatibûn girtin. Piştî wê civînê xebatên federalîzmê berdewam kiribûn. Herî dawî nûnerên PYDê û berpirsên kontonên Xweserîya Demokratîk di 17ê Kanûn 2016an de li bajarê Hesekê li hev kom bûn.

Li navçeya Rimelana Rojavayê Kurdistanê di 27ê Kanûna 2016an de duyemîn civîna Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava- Bakurê Surîyê ya dest pê kir. Li gor zanyarîyan 163 endamên desteya rêxistinî ya Encumena Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê, Hevserokên Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm û Hediye Yûsif beşdarî civînên bûn.

Civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê di roja duyemîn de bi nirxandin li ser bendên hevpeymanîya civakî berdewam kir. Di roja duyem de biryarek derbarê navê îdareya xwecihî ya Rojavayê Kurdistanê de hat standin. Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand ku wan navê îdareyê kiriye Sîstema Federalîya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û navê “Rojava” jê derxistiye. Biryara Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê nerazîbûnek bi xelkê kurd re çê kirîye.

Dihête dîtîn ku kiryarên PYDê yên xwezalkirina li ser îdareyê û hevkarîya wê ya ligel rejîma Beşar Esed nîgeranîyek liba kurdên Rojavayê Kurdistanê çê kiriye. Çalakên siyasî û vekolîner amaje li ser wê çendê dikin ku PYD bûye karmendê rejîma Beşar Esed li Rojavayê Kurdistanê. Çunkû ji destpêka serwerîya PYDê li Rojavayê Kurdistanê girtina siyasetmedaran, koçberîya xelkê kurd zêde bûye. Çavkanîyên Rojavayê Kurdistanê aşkere dikin ku heta niha zêdetir ji 50 siyasetmedar bi dehan rojnameger û aktivîstên mafê mirovan di zindanên PYDê de ne. Xelk xema siberojê dixwin.

Civîn û hevdîtinên li asta navdewletî yên jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê jî berdewam dikin. Dihête pêşbinî kirin ku di meha Çileyê de bi serperiştîya Îran, Tirkiye û Rûsya li Astaneyê civînek bi rêve biçe. Ligor pisporên Rojhilata Navîn polîtîkayên Amerîkayê jî girîng in. Ji alîyê din vê Tirkiye, Îran û Rûsya dixwaze qeyrana Sûriyê ji asta navneteyî bînin asta herêmî û ev jî dê ti arîşeya heyî çareser neke. Li gorî zanyarîyan jibo ku li Sûriyê agirbesteka mînende bihête ragihandin dîplomatên Tirkiyê û Rûsyayê 23ê Kanûnê bi muxalîfan re dest bi hevdîtinan kiribûn. Lêbelê PYDê ji bo wan civînan nehatibûn vexwandin. Aniha Tirkiyê û Rûsya li ser agirbestê bi muxalifan re li hev kirin û agirbest di 29 Kanûnê de dest pê kir. Berî van hevdîtinan wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê li Moskovayê civiyabûn û di vê civîna lûtkeyê de biryara agirbestê dabûn.

Nûnerên Tirkiyê eşkere dikin ku PYD û YPG dê beşdarî civîna Astanayê nebe. Ji alîyê din ve raya giştî vê biryarê rexne dike; herwiha şirove li ser wê çendê jî hene ku bêyî YPGê û PYDê civînên çareserîyê dê ji keşeyan re nebe çareserî. Nûnerên PYDê Tirkiyê rexne dikin û diyar dikin ku civîna Astana û agirbestê dê wekî hevdîtinên Cenevê bê encam bimîne. Ji ber ku bêyî kurdan qeyrana Sûriyê nayê çareser kirin.

YPG ji Helebê vedikişe

Dema ku li Helebê rejîmê êrişên xwe zêde kir, YPG jî ji aliyê Efrînê bi taxa Şêx Meqsûdê li Helebê 7 tax bi dest xistibûn û tê zanîn ku li taxa Şêx Meqsûdê 50 hezar kurd dijîn. Li gorî zanyarîyan 700 endamên YPGê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kontrol dikin. Li gor zanyarîyên BasNewsê ji herêmê bidestxistine piştî ku rejîmê Heleb kontrol kir, daxwaz ji YPGê kirîye ku ji Helebê derkeve here hêzên xwe bibe Efrînê. Derbarê vê îdiayê hin şirove hene. Endamê TEV-DEMê Aldar Xelîl û Hevseroka Meclisa Efrinê Hevî Mustefa federalîzm û rûdanên dawiyê ji BasNewsê re şîrove kirin.

Endamê TEV-DEMê Aldar Xelîl: Emê sîstema federalîyê ava bikin

Endamê TEV-DEMê Aldar Xelîl derbarê civîna federalîzmê de axivî û bal kişand ser yekemîn civîna ku di 17ê Adara 2016an de hatibû pêk anîn û eşkere kir ku ji 17 Adarê vir ve jibo federalîzmê hin xebat hatine meşandin Wê demê ji kurd, ereb, sûryan, aşûrî, ermen û tirkmenan komîsyonek hatibû ava kirin û jibo amedekarîya sîstema federalîzmê peyman hatibû vajo kirin. Herwiha wê çaxê di encama civînê de jibo Sûriyê projeya federalîzmê hatibû pêşniyaz kirin.

Xelîl di berdewemîya axaftina xwe de got: “Em îro dikarin li herêmên ku di dest me de ne, sîstema federalîzmê damezrînin. Em jibo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê xwediyê derfeteke wiha ne. Di vê civîna dawîyê de jî jibo vê modela li herêmên din jî bê çê kirin, me peyva Rojavayê derxist. Em dixwazin li ser vê herêmê hemû gel bi hev re bijîn û jiyaneka hevpar hebîn. Li ser Bakurê Sûriyê kurd, ereb, tirkmênan, suryanîyan dê bi hev re wekî federe xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê jibo pêşxistin û xurtkirina sîstema neteweyê demokratîk di şûna navê erdnîgarîya herêmê, yan navê mîlletekê yan netewekê de, me ev nêrîn pêşkêş kir, da bi vî awayî li hemû cihên Sûriyê sîstema federalîzmê bi rehetî bihête saz kirin.”

“Em naxwazin Sûriyê parçe bibem”

Aldar Xelîl derbarê gotinên parçebûna Sûriyê de jî axivî û da zanîn ku ew ne alîgirên parçebûa Sûriyê ne û naxwazin Sûriyê parçe bikin, ew naxwazin niha gavekê biavêjin û ew gava wan bibe sedema parçebûnê. Herwiha bi navê sîstemê yekîtîya Sûriyê dê bê parastin û wekî Bakurê Sûriyê bi tevahî herêmên kurdan, suryan, ereb, tirkman û ermenan dê bibin herêmên federal. Bi wî awayî yekîtîya Sûriyê û gelan baştir bihête parastin û gel dê bi rehetî bi hev re jiyana xwe berdewam bikin.

Herwiha Xelîl liser vekişandina YPGê jî axaft û wisa pê de çû: “Ti agahiyek neketiye destê me ku rejîmê xwastibe YPG derkeve û hişyarî kiribe û ji YPGê daxwazeka wisa kiribe. Halê rejîmê ji wê re bes e. Rejîm ne di wê astê da ye ku YPGê tehdîd bike û ji YPGê daxwaz bike ku ji wan herêman derkeve. Rejîm bi zorê herêmê xwe bi rê ve dibe. Ew nikare herêmên ku di destê YPGê de ye bi rê ve bibe. Niha li herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê rêveberîya xweser û yekîneyên parastinê li hemû deveran hene û li wir jî hene. Rejîm ne xwedîyê wê erkê ye ku bikare îro tiştekê wisa bixwaze. Rewşa wê rê nade ku beranberî kurdan xwe têxe şer û pêvçûnekê.”

“Hevdîtinên Astanayê jî wê ne serkeftî bin”

Aldar Xelîl bal kişand ser hevdîtina Astana û polîtîkayên Tirkiyê û eşkere kir ku polîtîkayên Hikûmeta Tirkiyê yên Sûriyê gelekî şaş in. Çawa hevdîtinên Cenevreyê û helwesta Tirkiyê bi ser neketin û bûn sedema qeyranan. Jiber vê Tirkiyê hertim hewl dide krîza Sûriyê mestir bike û di navbera gel û pêkhateyên Sûriyê de nakokîyan berfrehtir bike û şer û nakokîyan pêş bixe.

Xelîl axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Berê civînên Cenevreyê jî, Tirkiy û Qetere îsrar kirin ku nûnerên gelên kurd di nav wan hevdîtinan de tunebin. Lê me dît ku Cenevre têk çû. Li Qezakistanê bêyî me ti diyalogek bi ser nakevin, ji ber ku nûnerên gelên aktîv û pêkhateyên wê di nav wan civînan de tunebin û ji şûna wan kesên ku li derveyê Sûriyê dijîn beşdar bin, encama wê jî dê wekî Cenevreyê bibe.

Hevseroka Meclisa Efrînê Hêvî Mustefa: Heger rejîm bixwaze naxwaze, YPGê vedikişe

Hevseroka Meclisa Efrînê Hêvî Mustefa rewşa Helebê û helwêsta rejîmê ji BasNewê re nirxand û diyar kir ku Heleb hat rizgarkirin. Xelkên wê derê ketibûn bin ambargoyeka dijwar. Liser daxwaza gel, hêza me 6 tax rizgar kirin. Êdî hêdî hêdî li wir meclîsa wan tê damezirandin û asayîşa wan tê çê kirin. Em wekî Efrînê jî alîkarîya gelê wê derê dikin. Me dît ku çawa zor û zehmetî û birçîbûn hebû. Pîştî YPG ew der rizgar kirin, jiyana wan hat guhertin. Xelkê wê herêmê asayîş û meclîsa xwe çê dikin. Em tecrubeya xwe bi wan re parve dikin.

“Ev propaganda dijmênên me ne”

Mustefa bal kişand ser xurtbûna şer û axaftina xwe û wisa domand: “Ji aliyê din ve êriş xurt dibin. Ji ber ku dijmin naxwaze projeya me ya federalîzmê pêk bê, êrişên xwe jî xurttir dike û bi taybetî dagirkirina dewleta tirk li derûdora me freh dibe.”

Mustefa derbarê vekişîna YPGê de axivî û eşkere kir ku hin kesan digot ku rejîm dê Helebê bigire û bizivire. Rejîm êdî ti carî wekî berê nîne û nazivire û mafê rejîmê jî tuneye ku bibêje, ji wê derê derkevin. Wekî Girêspî, Menbic ku deverên hatin rizgar kirin, YPG jê vedikişe û radestî xelkê wê derê dike. Meclis û asayîşa wir tê ava kirin. YPG di nav sivîlan de namîne û YPG ticarî di nav sivîlan da nemaye. Heta niha li Efrînê jî YPG di nav sivîlan de tuneye. YPG li enîyê ye û dê li enîyê bimîne.

basnews
Top