Hollande: Spasiya Serok Barzanî dikim ku ligel min hate eniya şer
Îro demjimêr 15.00ê piştî nivro (02-01-2017) Serokomarê Fransayê François Hollande ligel şandekê, ji Bexdayê gihişte Hewlêrê.
Hollande li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke wezîran ve hate pêşwazîkirin.
Demjimêr 16:00 jî Serok Barzanî û Hollande çûne çiyayê Zerdekê û serdana çeperên Hêzên Pêşmerge kirin. Holande û Barzanî li ser nexşeyê pêşketinên dawîn ên li şerê Mûsilê nirxandin û bi dûrbînê li Mûsilê nêrîn.
Serokomarê Fransayê François Hollande ji peyamnêrê Rûdawê re got; “Min û Serok Barzanî pêwîstiyên pêşmerge kir. Spasiya Serok Barzanî dikim, ku heta li vir li gel min hat. Min bi awayeke balkêş hevkariya di navbera pêşmerge û leşkerên Fransayê de dît.”
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji Rûdawê re got; “Di vê serdana Serok Hollande de dê behsa curê hevkariyên ji bo pêşmerge û pêwendiyên her du aliyan bê kirin.”
Hêjayê gotinê ye ku Hollande ev cara duyemîn e serdana Herêma Kurdistanê dike.
Rudaw
