Holan û Barzanî serdana Pêşmerge li eniyên şer dikin
Serokê Fransa François Holand berî bîstekê gihêştibû firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pilebilind yên Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazîkirin.
Holand di yekem serdana xwe de, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana hêza Pêşmerge li eniyên şer li çiyayê Zertik li rojavayê Mûsilê kirin.
Serokê Fransa û şanda pê re ku Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean Yves Lordian jî di wê şandê de ye, ligel fermandarên hêza Pêşmerge li eniyên şer civiyan.
k24
