• Sunday, 22 February 2026
logo

Holan û Barzanî serdana Pêşmerge li eniyên şer dikin

Gulan Media January 2, 2017 Nûçe
Holan û Barzanî serdana Pêşmerge li eniyên şer dikin
Serokê Fransa François Holan yekem serdana xwe ji hêza Pêşmerge li eniyên şer re kir.

Serokê Fransa François Holand berî bîstekê gihêştibû firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pilebilind yên Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazîkirin.

Holand di yekem serdana xwe de, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana hêza Pêşmerge li eniyên şer li çiyayê Zertik li rojavayê Mûsilê kirin.

Serokê Fransa û şanda pê re ku Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean Yves Lordian jî di wê şandê de ye, ligel fermandarên hêza Pêşmerge li eniyên şer civiyan.

k24
Top