Dayîka şehîdan di merasîma pêşwazî kirina serok komarê Fransa de amade dibe
Dayîka Eyşê xwediyê sê kurên şehîde û wek sembola kedkariyê li Kurdistanê tê nasîn. Biryare îro 02.01.2017ê di merasîma pêşwazî li serok komarê Fransayê François Hollande de beşdariyê bike.
Kurê dayîka Eyşê Xurşîd Mewlûd ji BasNewsê re piştrast kir û got: ‘’Biryare demjimêr 14:00ê dayîka min wek nimûneya dayîka şehîdên Kurdistanê li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê pêşwazî li serokê Fransa bike.’’
Îro serok komarê Fransa François Hollande serdana herêma Kurdistanê dike û li gel serokê herêma Kurdistanê wê bicive û piştre jî dê serdana rahêner û perwerdekarên Pêşmerge bike.
25.10.2014ê sê birayên Pêşmerge Ehmed Osman, Necat Osman û Mewlûd Osmanê kurên dayîka Eyşê li sînorê eniya Zummarê dema berevaniya Kurdistanê dikirin şehîd bûn.
Roja 23.11.2014ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nasnava dayîka şehîdan bi dayîka Eyşê bexşî.
Basnews
