• Monday, 23 February 2026
logo

Zarokên şehîdan bi gulan pêşwaziya Serokê Fransayê dikin

Gulan Media January 2, 2017 Nûçe
Zarokên şehîdan bi gulan pêşwaziya Serokê Fransayê dikin
Dê û zarokên şehîdên Kurdistanê yên di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne, bi gul û alên Kurdistan û Fransayê pêşwaziya Serokê Fransa François Holand dikin.

Li firokxaneya Hewlêrê amadekarî bo pêşwazîkirin li Serokê Fransayê tê kirin. Diya Ayşe ku diya 3 şehîdan e, herwiha zarokên şehîd Hocam Sorçî û şehîd Mexdîd Herkî û hejmarek ji şehîdên din yên di şerê DAIŞê de şehîd bûne, bi gulan pêşwazî li Serokê Fransayê dikin, li hember hevkarî û piştevaniya Fransa bo Pêşmerge û Kurdistanê di şerê DAIŞê de.

Îro Serokê Fransa François Holand serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive û rewşa şerê DAIŞê û navçê gotûbêj dike.

Kunsilxane Fransa li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova serdana Serokê Fransa bo Herêma Kurdistanê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û endamên hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive. Herwiha Holand serdana hêzên Pêşmerge û hêzên Fransî li eniyên şer dike.

Diya Ayşe, dayika 3 Pêşmergeyên şehîd e, ku hersê kurên wê bi hev re di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne.

Şehîd Hocam Sorçî, ew Pêşmergeyê ku bi dîl ketibû destê çekdarên DAIŞê û bi destê çekdarekî DAIŞê yê Kurd serê wî hatibû birîn. Piştre hêzên ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di operasyoneke taybet li nava Mûsilê de ew serbirê DAIŞê kuştin.

k24
Top