• Monday, 23 February 2026
logo

Polîsên Stenbolê: Keça ji Silêmaniyê, birîndar e

Gulan Media January 2, 2017 Nûçe
Polîsên Stenbolê: Keça ji Silêmaniyê, birîndar e
Polîsên Stenbolê piştrast kirin, ku Sûsna Rehîma xelka Silêmaniyê, ku di êrîşa Stenbolê de birîndar bibû, di nexweşxaneyê de ye.

Polîsên Stenbolê ji peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk re tekez kirin, ku Sûsna Rehîma ya di êrîşa ser hola şahiyê ya Reinaya Stenbolê de birîndar bibû, di nexweşxaneyê de tê dermankirin.

Sûsnaya 23 salî piştî êrîşa li Stenbolê wenda bibû. Rûdawê wêneyên wê yên li nexweşxaneyê bidest xistin.

Şeva sersalê li Stenbolê êrîşkarekî bi çek êrîşê hola şahiyan a Reinayê kir û di encamê de 39 kes hatine kuştin, 65 kes jî birîndar bûn.

Li gorî gotina hevalekê Sûsnayê, saet 23:00ê şeva sersalê bi rêya Snapê wêne jê re şandiye.

Berpirsê Beşa Penaberan û Rewenda (Diyasporaya) Kurdî li Rêveberiya Koç û Koçberan a Hewlêrê Nezhet Hisên, ku ser bi Wezareta Navxwe ye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû: “3 welatiyên Hewlêrê ber êrişa Stenbolê ketine. Ciwanê bi navê A.R yê 22 salî hatiye kuştin, ku xwandekar bûye, herwiha 2 ciwanên din jî birîndar bûne.”


Rudaw
Top