Qaymeqamê Şingalê: Heta niha PKK yek gav jî bo vekişîna ji Şingalê neavêtiye!
Qaymeqamê Şinglaê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, heta niha PKK ji Şingalê derneketiye û ti gavek jî bo vê yekê nehatiye avêtin.
Mehma Xelîl her wiha got, heta niha saziyên navdewletî nekarîne derbasî Şingalê bibin bo avedankirina Şingalê çimkî PKK rê nade wan.
Qaymeqamê Şingalê derheqê daxuyaniyên rayedarên PKKê derheqê vekişîna ji Şingalê jî got, em nizanin ka PKKê dê ji Şingalê vekişin yan na, ji ber ku her rayedarekî PKKê tiştekî dibêje.
Fermandeyê PKKê li Şinglaê Egîd Civiyan gotiye, heta “armancên me” li Şingalê neçin serî, ji Şingalê dernakevin.
Lê çend roj berê endamê desteya serokatiya PKKê, Murad Karayilan gotibû, emê ji Şingalê derkevin û di navbera me û rayedarên Herêma Kurdistanê de jî li ser vê mijarê hevdîtin hene.
Basnews
