• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê Franseyê gehêşte Hewlêr û bi fermî hate pêşwazî kirin

Gulan Media January 2, 2017 Nûçe
Serokê Franseyê gehêşte Hewlêr û bi fermî hate pêşwazî kirin
Serokê Franseyê gehêşte Hewlêrê û li gor protokola dîplomatîkî hate pêşwazîkirin.

Îro Serokê Franseyê François Hollande piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hijmareke din ji wezîr û rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Ew duyemîn serdana Hollande bo Kurdistanê û Franse jî yek ji welatên endam ê çalak di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê ye û di destpêka şerê DIŞIê de jî Hollande serdana Hewlêrê kiribû.

Cudatiya serdana vê carê hene û yek ji wan cudatiyan jî ewe ku vê carê Hollande ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve li gor pîwer û pîwanên dîplomatîkî yên gerdûnî hate pêşwazîkirin û herwiha di merasima pêşwazîkirinê de ji bilî nunerên tevahiya pêkhateyên etnîkî û olî yên li Kurdistanê hevdem hijmareke zêde zarokên şehîdan jî bi kincên xwe yên gelerî li balefirgehê pêşwaziya Hollande kirin.

Di vê serdana han de ku hijmareke wezîr û şêwirmend û dîplomatên Frensî jî li gel Hollande hatine Kurdistanê, tê payîn ku Serokê Franseyê piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Kurdistanê serdana şêwirmendên leşkerî yên Franseyê ên li Kurdistanê yên ku hêzên pêşmerge perwerde dikin bike û herwiha serdana hêzên pêşmerge jî bike.
Top