Rêvebereke Gorran: Barzanî erkê ser milê xwe pêkanî
Berpirs û endamê civata niştimanî ya Tevgera Gorran Ebdulrehman Muhendîs ji K24 re ragehand, ku pêwîste PDK projeyekê amade bike û bîne pêş aliyan.
Ebdulrehman Muhendîs ragehand, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî erkê xwe bi cîh aniye û naha erk li ser milê PDKê ye.
Di çarçoveya peyama Mesûd Barzanî de, şandeya bilind a PDKê li gel nûner û şandên partî û aliyên siyasî yên Kurdistana başûr civiya û biryare demek nêzîk de carekedin dest bi civînan bê kirin.
Rudaw
