HEWLÊR - Bo pêşwazîkirina Serokomarê Fransayê amadekarî têne kirin
Berî gihîştina Serokomarê Fransayê François Hollande, beşek ji kolanên Hewlêrê bi alên Kurdistan û Frensa hatine xemilandin.
Peyamnêrê Rûdaw li Hewlêrê Senger Ebdurahman ragihand ku François Hollande îro digihê Hewlêrê û ji aliyê berpirsên Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin.
Peyamnerê me diyar kir ku hinek kolanên Hewlêrê nêzîkî firokexaneyê alên Kurdistanê û Fransayê hatine daleqandin weke pêşwaziyekê li Serokomarê Fransayê.
Hollande weke yekem serokê welatekî biyanî roja 12 Îlona sala 2014an seredana Hewlêrê kir û ji wê demê ve Fransa alîkariya serbazî pêşkêşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.
Seredana îro ya Hollande dibe duyemîn seredana wî serokî û ji bilî civîna li gel Mesûd Barzanî, ewê seredana bereyên şer jî bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herî dawî di Sibata 2015an de serdana Fransayê kiribû û bi Serokomarê Fransayê François Hollande civiya bû.
Rudaw
