• Monday, 23 February 2026
logo

Taxeke din a Mûsilê ji destê DAIŞê hat derxistin

Gulan Media January 2, 2017 Nûçe
Taxeke din a Mûsilê ji destê DAIŞê hat derxistin
Taxeke din li bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve hat rizgarkirin.

Qonaxa duyemîn a operasyona Mûsilê didome. Hêzên Iraqî duh karîn taxa Kerame li aliyê çepê yê Mûsilê rizgar bikin.


Hêzên Iraqî li ser kolana “60 M” ya bajêr jî herî kêm 15 çekdarên DAIŞê kuştin, di nav wan de mezinekî DAIŞê bi navê Ebû Hemze jî hebû.


Operasyona Mûsilê roja 17 Cotmeha sala 2016 dest pê kir û heta niha jî didome.

Basnews
Top