Stenbol - 4 ciwanên Başûrê Kurdistanê di nav kuştî û birîndaran de ne
Berpirsê Beşa Penaberan û Rewenda (Diyasporaya) kurdî li Rêveberiya Koç û Koçberan a Hewlêrê Nezhet Hisên, ku ser bi Wezareta Navxwe ye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “3 welatiyên Hewlêrê ber êrişa şeva bihorî ya Stenbolê ketine.”
Nezhet Hisên got, “ciwanê kuştî bi nasnamea A.R û temenê 22 salî ye, ku xwandekar bûye, herwiha 2 ciwanên din jî birîndar bûne.”
Nezhet Hisên da xuyakirin: “Em li gel wezaretên Navxwe û Tendirustiya Tirkiyê di têkiliyê de ne bo anîna termê wî ciwanî û 2 birîndarên bûyerê. Her du birîndar jî li nexweşxaneyê ne û di bin çavdêriyê de ne.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, çend ciwanên Başûrê Kurdistanê piştî êrişa çekdarî ya li Stnbolê, winda ne ku keçeke xelkê Silêmaniyê jî di nava wan kesan de ye.
Li gorî gotina hevaleke wê keça kurd, keça ji Silêmaniyê saet 23:00ê şeva bihorî bi rêya Snapê wêne jê re şandiye. Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got: Hevala min li wî cihî bûye ku têde kesekî bi cilûbergên Papa Noel teqe li xelkê kir û 39 kes kuştin.
Heman kes di berdewamiya axavtina xwe de ji Rûdawê re behsa wê yekê jî kir, ku ew tevê dayika keşikê li benda agahiyan li ser wê keşê mane, çimku çend hevalên wan ên din ji wan re gotine, ku ew keça Silêmaniyê di bûyera êrişê de birîndar bûye, lê belê rê bi wan nehatiye dan, ku serdana nexweşxaneyê bikin, da ku zanyariyeke sererast li ser wê bizanin.
Di encama êrişa duh şev a li Stenbolê de, 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kesên din jî birîndar bûn.
Rudaw
