Di şeva serê sala de li Silêmaniyê 15 welatî birîndar bûn
Li gor agahiyên BasNewsê ku ji rêveberiya tendiristiya Silêmaniyê vergirtiye îşev(31.12.2016) li bajarê Silêmaniyê 15 welatî birîndar bûne û herwaha bi sedema derketina şer li kolana Salim de welatiyek bi kêrê birîdar bû û birîna wî girane.
Qaymeqamê Silêmaniyê, Bextiyar Ebdulrehman di daxuyaniyekê berî niha de ji bo BasNewsê ragehandi bû ku:”Dezgehên ewlehî yên bajarê Silêmaniyê hatine agahdar kirin ku lîstikên agirîn bi hemû çêşîtan ve qedexe bikin û welatiyên ku lîstika agirîn dikin jî bêne girtin.
Basnews
