Jimara qurbaniyên êrîşa çekdariya Stenbolê gehîşt 110 kesan
Demjimêr 01.15ê şeva derbasbûyî, du kesên çekdar ên bi cilûbergên Baba Noel li hola şahiyan a Reinayê êrîşek pêk anîn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di encama êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar bûne.
Soylu got; “Heta niha nasnameya 21 kesên jiyana xwe ji dest dane eşkere bûye. Ji van 16 kes biyanî ne. 69 kes jî birîndar in û birîndaar rakirine nexweşxaneyan. Rewşa 4 ji birîndaran giran e. Hêzên ewlekariyê ji bo peydakirina êrîşkaran kar dikin.”
Şahidên bûyerê dibêjin, kesên êrîş kirine bi erebî diaxiviyan.
Derbarê êrîşê de Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) qedexeya weşanê ragihand.
Rudaw
