Kemal Kerkûkî: Rê nadin supayê Îraqê nêzîkî Kerkûkê bibin
Kemal Kerkûkî fermandeyê bereyê rojavayê Kerkûkê bo dengê Amerîka got: demê terorîstên Daişê êrîşî sînorên Kerkûkê kirin, supayê Îraqê revîyan û hemû çekê xwe bo terorîstan hêla, niha jî bi çi rengan ew qebûl nakin supa nêzîkî Kerkûkê bibin.
Got jî: hêzên pêşmerge şîyanên parastina Kerkûkê hene û êdî supayê Îraqê wî bajarî nabînin.
Ev di demekî daye ku doh serokê bereya turkumanî li Kerkûkê, daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiribû, hêzê bo parastina pêkhateyan, hinêrin Kerkûkê.
War,tv
