• Monday, 23 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Rê nadin supayê Îraqê nêzîkî Kerkûkê bibin

Gulan Media January 1, 2017 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Rê nadin supayê Îraqê nêzîkî Kerkûkê bibin
Fermandeyê bereyê rojavayê Kerkûkê yê hêzên pêşmerge ragehand; hêzên pêşmerge bi erkê parastina Kerkûkê radibin û ew rê nadin supayê Îraqê nêzîkî Kerkûkê bibe.

Kemal Kerkûkî fermandeyê bereyê rojavayê Kerkûkê bo dengê Amerîka got: demê terorîstên Daişê êrîşî sînorên Kerkûkê kirin, supayê Îraqê revîyan û hemû çekê xwe bo terorîstan hêla, niha jî bi çi rengan ew qebûl nakin supa nêzîkî Kerkûkê bibin.

Got jî: hêzên pêşmerge şîyanên parastina Kerkûkê hene û êdî supayê Îraqê wî bajarî nabînin.

Ev di demekî daye ku doh serokê bereya turkumanî li Kerkûkê, daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiribû, hêzê bo parastina pêkhateyan, hinêrin Kerkûkê.

War,tv
Top