Peyama hikûmetê ji bo sala nû
Ev li jêr teksta peyma civata wezîran:
Sala nû ya zayînî 2017an, li destpêkê, li malbatên serbilindên şehîdên Kurdistanê, li pêşmergeyê qareman, li hemû wam mêrxasên îro di nav çeperan de ne û bergiriyê ji Kurdistanê dikin, li pêşmerge û xwebexşên birîndar, tevî hîviyên çakbûnê bo wan, û paşî jî li tevaya xelkê Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz be. Em hêvîdarin sala nû ji bo kurdistaniyan û tevaya gelên cîhanê sala aramî, aşitî, serkeftin, şadî û sala binbirkirina terorê û dawiya derdeseriyan be.
Tevî serkeftinên leşkerî û diplomasî yên Kurdistanê, me selake din digel hemû ew kirîzên dijawarên rastî herêma Kurdistanê hetibûn bi rê kir, hêşta bi sedan hezar koçber û penaber, bi tyabetî xûşk û birayên me yên êzidî û mesîhî û tev pêkhateyên din yên Kurdistanê di nav kampan de jiyana xwe derbas dikin, em hêvîdar in di salal nû de bi serbilind û serkeftî bo ser mal û warên xwe vegerin, deveran wan avadan bibin û bi azadî bijîn.
Bi vê helkeftinê, em sipasiya tevaya xelkê Kurdistanê, bi taybetî pêşmergeyên qareman, hêzên ewlehiyê û karmend û miaşgiran dikin ku di dijawariyê rewşê têdigihin li hember hemû dijwariyan xwe ragirt û xweradigirin, em hêvîdar in, bi hewil û tekoşîna hemû aliyan û bi biratî û yekrêziya hemûyan li Kurdistanê, sala nû sala çareseriya timama pirsgirêk û kirîzan be û bi Kurdistan jî bi berdewamî di pêşkeftinan de be.
Careke din, em, saleke nû ya xweş û bihêvedaneke aram ji bo hemşyan dixwaz in.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
31.12.2016
