• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê Fransayê tê Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 1, 2017 Nûçe
Serokê Fransayê tê Herêma Kurdistanê
Serokê Fransayê François Hollande Herêma Kurdistanê dike û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin dike.

Serokê Fransayê François Hollande dê sibê serdana Bexdayê bike û piştî ku bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kir dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

Tê gotin Serok Hollande dê li gel Serok Barzanî û çend rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Fransa di nav hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye û piştgiriya Pêşmerge dike.

Mesûd Barzanî herî dawî di Sibata 2015an de serdana Fransayê kiribû û bi François Hollande hevdîtin pêk anîbû.

Basnews
Top