Li Stenbolê şahiya sersalê rastî êrişa çekdarî hat
Derengiya şeva borî li taxa Ortakoy ya Stenbolê, şahiya sala nû rastî êrişa çekdarî hat.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di wê bûyerê de 39 kes hatine kuştin û 69 kes jî birîndar bûne ku beşek ji kuştiyan biyanî ne, her wiha rewşa hinek birîndaran jî giran e.
Li gorî medyaya Tirkiyê, çekdarên ku êrişî wê şahiyê kiribûn kincên Baba Noel li xwe kiribûn û bi erebî dipeyivîn.
Heta niha nayê zanîn ew êriş ji aliyê kîjan rêxistinê ve hatiye kirin.
Basnews
