• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya zayînî

Gulan Media January 1, 2017 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya zayînî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hevniştimaniyên delal

Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvdarim sala 2017 bibê sala nemana şer û teror û pêkhatina aştî û xweşguzeraniyê li Kurdistan û hemû cîheke cîhanê.

Sala 2016 bi sedema rewşa xerap ya aborî li encama berdewambûna birîna budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Iraqê û daketina nirxê neft û xerciyên şerê berengarbûna terorê û mîhvandariya sedan hezar koçber û penaber, bargiraniyekî pêkanî ku bûye sedema dijwariya debara gelê me, lê belê we hevniştimaniyên Kurdistanê, xweragiriyekî kêmwêne pîşan da û bûne pişt û pena ji bo Pêşmergeyên qehreman heta mezintirîn destana têkşikandina terorîstan tomar bikin. Li vir da bi pêwîstî dizanim spasiyên bê payan li gelê Kurdistanê bikim ji bo xweragirî û helwesta berpirsaneya wan. Kurdistan xwedî gelekî bihêz û zîndiye û dikarê bi baştirîn awayî sûd ji samanên xwe werbigrê. Ji bo wê yekê piştrastim ev rewşa nexwestiya niha jî derbas dike û paşarojeke gelek geş çaverêya wê dike.

Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên neteweyî û oliyên xwe ve qurbanî û xwîneke zêde bexşî û bi navê parastina bihayên mirovayetiyê û jiyana medenî li cîhanê da li beramber mezintirîn gefa serdem da cangoriyeke kêmwêne nîşanda û niha xweşbextane dikarîn bibêjîn nêzîkî tevahiya axa Kurdistanê hatiye azad kirin. Sala 2016 ji bilî li destana têkşikandina Da'îş û azadkirina axa pîroza Kurdistanê, li rûyê dîplomasî û geşbûna navê Kurdistanê li navendên navdewletî da, salekî pir destkeftê siyasî bû, ji bo Kurdistanê û bi dehan kesayetî û şandên bilindê dewletan serdana Kurdistanê kirin û rêz û pêzanînên xwe ji bo azayetiya Pêşmerge û bihayên bilindên gelê me pîşan dan.

Xuşk û birayên xweşdivî

Bi navê çareserkirina wan giriftên li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê da hatine pêş, roja 20.11.2016 li peyamek da ji bo raya giştî, min helwesta xwe ragihand û min daxwaz ji partiyan kir ku bikevin nava guftûgoyan û bigihin rêkkeftinê. Piştî wê peyamê çend hevdîtinek li navbera partiyan birêve çûye, ez niha li benda encama hevdîtina partiya me û hêvîdarim bigihin çareseriyeke guncaw, ji ber ku êdî nabê ev rewş bi vî awayî bimîne. Navçe li guhertinên berdewam daye û gelê Kurdistanê niha ji hemû demeke zêdetir daxwaza yekrêziyê li me dike. Ji bo rewşa navxweyî jî li ser me hemûyan pêwîste, hewla başkirina jiyana xelkê Kurdistanê bidîn û sûd ji derfetên niha werbigrîn.

Li vir da bi pêwîstî dizanim serê rêzê li ber bîranîn û ruhê pakê şehîdên Pêşmerge biçemînim û xweragiriya birîndaran bilind dinirxînim û hêviya başbûnê ji bo wan dixwazim.

Spasî gelê Kurdistanê dikim ku li vê şera dijwar da piştevanê hêzê Pêşmerge bûn û her wiha bi pêwîst jî dizanim spasî welatên dost û hevpeyman bikim ku li şerê dijî terorîstan da palpiştê Pêşmerge bûn.

Hêvîdarim sala 2017 kêşe û qeyran bi dawî bên û aştî û aramî xwe li ser navçeya me da bikêşê û dawî bi hizra şerxwaziya teror û tundrewî û înkarê bê û şadî û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê pêkbê.


Mesûd Barzanî
31.12.2016
Top