• Monday, 23 February 2026
logo

WAN/COLEMÊRG - Li gelek deveran qedexe hat ragihandin

Gulan Media December 31, 2016 Nûçe
WAN/COLEMÊRG - Li gelek deveran qedexe hat ragihandin
Li bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakûrê Kurdistanê bi dehan navçe weke “herêmên leşkerî” hatin raghandin.

Walîtiya bajarê Wanê di daxuyanyeke nivîskî de diyar kir, ku 7 navçeyên bajêr weke herêmên leşkerî yên taybet hatin raghandin.

Walîtiya Wanê destnîşan kir, ku bi dehan tax û herêmên li navçeyên Elbak, Ebex, Şax, Erdîş, Payîzava, Westan û Îpekyolûyê, ji bo 15 rojan wek 'herêmên ewlekarya taybet' hatin raghandin.

Walîtya Colemêrgê jî li 27 deverên bajêr ji bo 12 rojan weke herêmên leşkerî yên taybet ragihandine.

Walîtya Colemêrgê daxuyand, ku navenda Colemergê jî di nav de, li Çelê, Şemzînan û Geverê hin herêm ji bo 12 rojan wek herêmên ewlekarya taybet hatine diyarkirin.

Herdu waliyên Wanê û Colemêrgê de di daxuyaniyên xwe de tekez kirin ku, ew ragihandina herêmên ewlekariya taybet bi mebesta operasyonên li dijî PKKê û parastina jiyana sivîlan hatine ragihandin.

Rudaw
Top