Heşda Şeibî li ser PKKê daxuyanî da: Divê sînorek ji PKKê re were danîn
Ew demek e ku mijara hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê li navçeya Şingal a Başûrê Kurdistanê bûye rojeva herî germ li Başûrê Kurdistanê û Iraqê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend caran ji zarê berpirsên herî pilebilindên xwe ve daxwaza ji PKKê kir, ku bo berjewendiya netewî ya kurdan û ji bo ku rê li ber proseya avedankirina Şingalê û vegera Kurdên Êzidî bo ser cih û warên wan were vekirin, hêzên xwe ji navçeya Şingalê paş ve vekişîne.
Helwesta Herêma Kurdistanê bo derketina PKKê ji Şingalê, rastî piştgiriya Amerîkayê jî hat û çend caran berpirsên Wezareta Derve ya Amerîka û herwiha berpirsên leşkerî yên amerîkî yên di hevpeymaniya navdewletî de ragihandin, ku divê PKK ji Şingalê derkeve û tekez kirin, ku PKK rêxistineke terorîstî ye û li pêşiya avedankirina deverê û vegera xelkê bo ser mal û warê xwe bûye asteng.
Her di bareya heman mijarê de, serkirdeyê pilebilindê Rêxistina Bedir, ku rêxistina wî di Desteya Heşda Şeibî de endam e, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Heşda Şeibî ti têkilî bi PKKê re nîne û da xuyakirin, ku Heşda Şeibî ti pêwîstî bi hêzên PKKê jî nîne.
Kerîm Nûrî bi gotina, hebûna PKKê li ser axa Iraqê, acizkirina Tirkiyê û provakasyon li hember wî welatî ye, got: “Ti pêwendiyên me li gel PKKê nînin. Me ti pêwîstî jî bi wan nîne û hebûna PKKê provakasyon li hember hêzên Tirkiyê ye jî.”
Nûrî herwiha got: “Destûra Iraqê rê bi bikaranîna axa Iraqê ji aliyê ti hêzeke welatên cîran nade, îja çi PKK be yan yên din. Em rê nadin çi Dijbereya Îrnaê be, çi Dijbereya Tirkiyê be, li Ser axa Iraqê bin. Ew yek rewatiyê dide Tirkiyê yan Îranê ku destwerdanê di nava karûbarên navxweyî yên Iraqê de bikin.”
Berdevkê Berê yê Heşda Şeibî li ser îdiaya ku hikûmeta Iraqê mûçeyê dide hêzên weke YBŞ û YPJê ku ji aliyê PKKê ve li Şingalê hatine avakirin, ji Rûdawê re axivî û ew îdia red kir.
Kerîm Nûrî da xuyakirin: “Ev rast nîne, eger PKK hebin, li Kurdistanê hene, ji ber wê pêwîst e birayên me li Kurdistanê, liv û tevgerên PKKê sînordar bikin. Çawan hemahengî di navbera me de hebe? Di navbera Mûsil û Tirkiyê de, Kurdistan heye, derbasbûna PKKê bi rêya çiyayên Kurdistanê ve dibe. Ez piştrastim ku birayên me yên pêşmerge, PDK û YNK tevgera PKKê kontrol dikin. Aliyê yekem, rewatiyê bi Tirkiyê nadin, ku destwerdanê di nava karûbarên Iraqê de bike.”
Daxuyaniya serkirdeyê pileblidnê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî di demekê de ye, Fermandarê Hêzên Parastina Gel û Endamê Konseya Serokatiya PKKê, Murad Karayilan îro ragihand, di navbera PKKê û PDKê de li ser hebûna gerîlayên PKKê li Şingalê danûstandin heye û got: “Gotûbêjên me berdewam in û di kevana hevdîtinan de, me bi zelalî ji wan re gotiye, ku emê hêzên xwe ji Şingalê vekişînin.”
Pêştir jî Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû, ku ew hebûna hêzên PKKê li ser axa Iraqê red dikin û destnîşan kiribû, ku Bexda rê nade ti hêzekê ku axa Iraqê bo kirdarên tundûtîj û pêkanîna gefan bo ser asayişa welatên cîran bi kar bîne.
Rudaw
