Diyala…Hejmarek çekdarên DAIŞê diçin nav rêzên heşdî şeibî!
Rêveberê bajarokê Gulale (Celewla) Yaqub Lihêbî ji dengê Amerîkayê re ragehand, ew çekdarên DAIŞê ku ji wan re Kiruy dihate gotin, ji aliyê Husên Kiruy ku di dema rejîma Baas de Lîwayê rukin ê artêşa Iraqê bûye û naha jî serpereştê wê hêza DAIŞê bûye, dest li DAIŞê berdane û li bajarê Baqube bi cîh bûne.
Her di vê derbarê de fermandarê Pêşmerge yê Celewla Eqîd Cimhûr Rostem diyar kir: ‘’Ew çekdarane naha rêzên DAIŞê revîne û çûne nav hêzên heşdî şeibî û hêzên din ên Iraqê.’’
Li gor zanyariyên BasNewsê, ew çekdarane di dema operasyonên Pêşmerge yên kontrol kirina Gulale de, li gel DAIŞê dijî Pêşmerge şer kirine, ku hejmara wan çekdaran nêzîk 200 kes e û piraniya wan jî di dema Baas de payedarên leşkerî bûn û şarazayên şer û teqînan bûn. Herwaha ew kesane beşekin ku ji wan çekdarên ku di şehîdbûna zêdetir ji 150 Pêşmerge li wan sînoran.
Bajarokê Gulale navçeyeke Kurdistanê ye û dervey îdareya herêma Kurdistanê ye û ser bi parêzgeha Diyala ye û piraniya rûniştvanên wê kurdin û hin erebên hatine bicîh kirin û kêmîneyek tirkmen jî li wê derê dijîn.
Basnews
