• Monday, 23 February 2026
logo

Civîna bilind a aliyên îslamî yên Kurdistanê birêve diçe

Gulan Media December 31, 2016 Nûçe
Civîna bilind a aliyên îslamî yên Kurdistanê birêve diçe
Li binkeya encûmena siyasî ya Komela îslamiya Kurdistanê, civîna bilind a aliyên îslamî yên Kurdistanê birêve çû.

Peyamnêrê BasNewsê li bajarê Silêmaniyê ragehand, îro 31.12.2016ê demjimêr 10:00 de serokê Komela îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, Emîndarê giştî yê Yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn, û rêberê Tevgera îslamî ya Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz û hejmarek kesayetên îslamî yên berçava di civînê de bûn.

Herwaha hat zanîn civîn bi armanca gotûbêj kirina ava kirina hevpeymaniyeke îslamî ava bikin bo helbijartinên pêş ên herêma Kurdistanê û Iraqê.

Basnews
Top