• Monday, 23 February 2026
logo

Di 2 teqînan de paytext bû gola xwînê!

Gulan Media December 31, 2016 Nûçe
Di 2 teqînan de paytext bû gola xwînê!
Li paytexta Iraqê Bexdayê 2 teqîn çêbûn û di encamê de 21 kes hatin kuştin, 45 kes jî birîndar bûn.

Serê sibeha îro (31-12-2016) li navçeyeke bazirganî ya li naverasta bajarê Bexdayê 2 teqîn çêbûn.

Jêderekî ji polîsên Iraqê ragihand, teqîn li navçeya Senekê pêk hatine, her du teqîn jî di bi riya bombeyên vedayî bûne, ku yek li pey yekê teqîne.

Jêderê ewlekariyê eşkere kir, ku di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest daye û 45 kesên din jî birîndarbûne.

Heya niha ti aliyekê berpirsyariya teqînan li xwe negirtiye.

Rudaw
Top