Di 2 teqînan de paytext bû gola xwînê!
Serê sibeha îro (31-12-2016) li navçeyeke bazirganî ya li naverasta bajarê Bexdayê 2 teqîn çêbûn.
Jêderekî ji polîsên Iraqê ragihand, teqîn li navçeya Senekê pêk hatine, her du teqîn jî di bi riya bombeyên vedayî bûne, ku yek li pey yekê teqîne.
Jêderê ewlekariyê eşkere kir, ku di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest daye û 45 kesên din jî birîndarbûne.
Heya niha ti aliyekê berpirsyariya teqînan li xwe negirtiye.
Rudaw
