• Monday, 23 February 2026
logo

YPG: Artêşa Tirkiyê bi çekên giran êrişî sînorê kantonên Cizîrê û Kobanî kir

Gulan Media December 31, 2016 Nûçe
YPG: Artêşa Tirkiyê bi çekên giran êrişî sînorê kantonên Cizîrê û Kobanî kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihad, Artêşa Tirkiyê êrişî sînorên Kantona Kobanî û Kantona Cizîrê kir.

Îro înê 30ê Kanûna 2016ê YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên Artêşa Tirkiyê li sînorên her du kantonên Kobanî û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê bi çekên giran êrişê pêk anîne.

YPGê ragihand, êrişên Artêşa Tirkiyê ji duh 29ê Kanûnê dest pê kirine û heta îro înê 30ê Kanûna 2016ê jî berdewam bûne.

Di daxuyaniyê de, tê gotin: “Di çarçoveya van êrîşan de 29ê Kanûnê di saetên nîvro û şevê de Artêşa Tirkiyê du caran bi çekên giran êrîş birin ser gundê Til Şeîr a dikeve rojavayê Kobanê.

Arteşa Tirkiyê îro serê sibehê jî bi çekên giran êrîş bir ser gundê Siluleh ê dikeve rojhilatê Kobanê.”

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPGê herwiha ragihand, firokeyên keşfê yên bêpîlot ên Arteşa Tirkiyê jî li herêmên ser sînorê Kobanê dest bi tevgera esmanî kirin û xebatê keşfê meşandin.

Li gorî daxuyaniyê, li ser sînorê bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî, Artêşa Tirkiyê êriş li dijî şervanên YPGê pêk aniye û di encamê de şervanek birîndar bûye.

YPGê li ser êrişa Artêşa Tirkiyê ya li sînorê Serêkaniyê wiha got:

“Îro saet di 08.00an de jî dema mirovên sivîl ên li gundê Elok a giredayî Serêkaniyê nêzîkî sînor bûn, hêzên me xwestin wan ji herêmê dûr bixin. Li ser vî esasî dema çûn pêşiya hemwelatiyan, Arteşa Tirkiyê hêzên me gullebaran kirin. Di encama gulebaranê de şervanekî me birîndar bû.”

Rudaw
Top