• Monday, 23 February 2026
logo

Biryara Amerîkayê Rûsya hêrs kir

Gulan Media December 30, 2016 Nûçe
Biryara Amerîkayê Rûsya hêrs kir
Berdevkê Kremlînê Dimîtrî Peskov got, rêveberiya Moskowê biryara li dijî dîplomatên rûsî yên ji aliyê Waşîntonê ve hatine dayîn, ji bîr nake.


Berdevkê Kremlînê Dimîtrî Peskov îro ji rojnamevanan re ragihand, cezayên li dijî Rûsyayê yên Barak Obama dayê, dê ji aliyê Moskowê ve neyê jibîrkirin.

Dimîtrî Peskov got; “Niha Obama meydanê ji bo Serok Vladîmîr Pûtin xwend. Ev biryar li dijî Rûsyayê hatiye dayîn. Obama ne serokekî nû hatîye hilbijartin e, ew 3 hefeyên din dest bi karê xwe berdide, lê bêguman ev karê Obama dê wek faktorekî bê li ber çav girtin.”

Her çend ti delîleke berçav tune ye jî Koşka Spî bi hinceta mudaxelekirina hilbijartinên Seroktiya Amerîkayê, biryar wergirt ku 35 dîplomatkarên rûsî dersînor bike.

Bi hinceta ku ji bo îstixbaratê hatine bikaranîn, biryar ji bo girtina nûnertiyên Rûsyayê yên li Maryland û New Yorkê hat standin.

Rudaw
Top